Taywan: Çîn teqlîdekî dagirkeriyê dike

Tetbîqata berfireh ya Çînê ku li derdora Taywanê pêk tîne, welat xistiye nava metirsiyê. Rêveberiya Taywanê, Çînê bi hewildanên nîşaneya dagirkeriyê tewanbar dike. Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Blinken ji aliyan xwest bi berpirsyarî tev bigerin.

Aloziya di navbera Çîn û Taywanê de her ku diçe zêde dibe.

Taywanê, ku di bin gefa dagîrkirina Çînê de ye, artêşa Çînê bi wê yekê tewanbar kir ku îro bi rêbazeke texlîtî êrişeke dagirkeriyê li ser giravê pêk aniye.

Rêveberiya Taywanê ragihand ku wan li Kendava Taywanê gelek komên balafirên şer û keştiyên Çînî di çalakiyê de dîtine.

Wezareta Parastinê ya Taywanê di daxuyaniya ku bi raya giştî re parve kirîn de wiha got:

“Li derdora Kendava Taywanê gelek komên balafir û keştiyên komunîst hatin tesbîtkirin û hinek ji wan jî sînorê navîn derbas kirin.”

Wezaretê diyar kir ku 20 balafirên û 14 keştiyên şer yên Çînê li sînorê welat hatine dîtin.

Di têkiliyên Taywan-Çînê de, “sînorê navîn” tê wateya xeta xeyalî ya ku kendavê di navîn de dabeş dike.

Ji vê yekê jî armanc ew e ku qadên mafên her du welatan diyar bike.

Pekîn a ku Taywanê di çarçoveya polîtîkaya “Çîna Yek” de weke xaka xwe dibîne, vê xetê nas nake.

Moşek li ser Taywanê re diçin

Televîzyona dewletê ya Çînê CCTV ragihand ku di tetbîqatên dawî de moşekên Çînî rasterast li ser Taywanê firiyan.

Hat destnîşankirin ku rêveberiya Taywanê tercîh kir ku bersivê nede provokasyonên Çînê.

Çînê jî ragihand ku ew ê ji îro heta 15’ê Tebaxê, li başûrê Deryaya Zer a di navbera Çîn û Nîvgirava Koreyê de tetbîqata bi guleyên rast pêk bînin.

Blinken: Êrişeke li ser Taywanê metirsîyê li ser Fîlîpînê jî çêdike

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken jî têkildarî krîzê daxuyaniyek da.

Blinken di dema hevdîtina xwe ya li gel hempîşeyê xwe yê Fîlîpînî got;

Washington “biryar e ku bi berpirsiyarî tevbigere” da ku pêşî li qeyranek gengaz bigire.

Blinken diyar kir ku “Parastina aştî û aramiya li Kendava Taywanê ne tenê ji bo Taywanê ji bo Fîlîpînê û gelek welatên din jî girîng e.”

Berî niha Serokê Amerîkayê Joe Biden gotibû, eger Çîn êrişî Taywanê bike, Amerîka wê destwerdana leşkerî bike.

Back to top button