Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê kalemêrek kuşt

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker li Efrîna dagirkirî her diçe zêde dibe. Li Navçeya Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk kalemêrek bi êşkenceyê kuştin. Li Gundê Enabê ya navçeya Şerayê jî baregeheke artêşa Tirk û çeteyên wê bûn armanca êrişê. Di êrişê de 4 leşkerên artêşa Tirk û 3 çete birîndar bûn.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî her diçe zêde dibe.

Dagirkeran welatiyekî din jî bi êşkenceyê bi hovane kuştin.

Hat ragihandin çeteyên dewleta Tirk yên bi navê Ehrar El-Şerqiyê û Hemzat beriya çend rojan, bi ‎armanca diziyê, bi ser mala Silêman Hemko yê 73’ê salî ê ji gundê Kanî Gewrikê yê Cindirêsê de girtin.

Her wiha çeteyan bi tawanên derew li Silêman Hemko dan û di encamê de xwin hat ser mejîyê wî

Hat diyar kirin tevî hemû hewildanan ‎jî Hemkoyê 73 salî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button