Rîham Hico: Berpirsên fermana 3’ê Tebaxê , Hewlêr û Bexda ne

Bi boneya salvegera 8’an a fermana 3’ê Tebaxê, Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Rîham Hico diyar kir ku hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên fermanê ne. Her wiha şervana YPJ’ê Sarya Herekol ku di şerê li dijî DAIŞ’ê ya li Şengalê de cih digirt anî ziman ku civaka divê cîhan tiştên bi serê êzidiyên li Şengalê hatine, ji bîr neke.”

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Rîham Hico li ser fermana 3’iyê Tebaxê axivî.

Rîham Heco got di destpêka axaftina xwe diyar kir ku fermana ku bi serê Êzîdiyan de hat, gelek hêzan plana wê dikir û wiha got; “Li parêzgeha Şengalê zêdetirî 18 hezar pêşmergeyên hikumeta Başûrê Kurdistanê hebûn.

Lê ev hêz sibeha êrişê, bi fermana PDK’ê ji cihê xwe vekişîn û Êzidî bi tenê bi wan çeteyan re rû bi rû hiştin.

Bi saya YPG’ê, YPJ’ê û Gerîla, êzidî ji tunebûnê hatin xilaskirin û planên dewleta Tirk û ya PDK`ê ku dixwstin êzîdiyan qirbikin pêk nehat.

Rîham Heco di berdewamiya axaftina xwe de got; Dem dem dewleta Tirk bi hicetên ne rewa êrişî Şengalê dike.

Her aliyeke amade ye ji bo berjewendiyên xwe qirkirin û komkujiyan li dijî êzidiyan pêk bîne.”

Sarya Herkol: Divê fermana bi serê Êzîdiyên Şengalê ve hatiye neyê ji bîrkirin

Şervana YPJ’ê Sara Herekol, ew jî yek ji wan şervanane ku di Şengalê de li dijî DAIŞ’ê şer kiriye.

Piştî rizgarkirina Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de civaka Şengalê rêveberiya xwe ya xweser li ser bingeha parastina cewherî ava kir.

Sarya Herekol îşrat bi planên li dijî civaka Êzidî kir û diyar kir ku hêzên derve her tim hewl didin projeya demokratîk a li Şengalê têk bibin.

Lê civaka Êzîdî bi hêz û îradeya xwe wê hemû planên qirêj yên desthilatdaran têk bibe.

Back to top button