Li Helebê hevdîtina şêwrê di roja duyem de bi dawî bû

Hevdîtina Şêwirê ya Helebê ku ji aliyê Malbenda Çandê ya Helebê ve hat li darxistin, îro di roja duyem de bi encamnameyekê bi dawî bû.Kesên tev li şêwirû bûn, mijara “nenavendîbûnê” nîqaş kirin û gelek nêrîn derketin. Hat gotin: Riya parastina Sûriyê ji parçebûnê, nenavendî bûn e.

Hevdîtina Şêwirê ya Helebê ku ji aliyê Malbenda Çandê ya Helebê ve hatiye organîzekirin îro di roja duyem de bi dawî bû.

Kesên tev li şêwirê bûn, di roja duyemîn de mijara “nenavendîbûnê” nîqaş kirin û gelek nêrîn derketin..

Çalakgerê sivîl Feysel Milhim û serokê Bloka Nîştimanî ya Demokratîk Basil Kiwêfî li ser rewşê nirxandin kirin..

Feysel Milhim: Nenavendîbûn riya parastina Sûriyê ji parçebûnê ye

Çalakgerê sivîl Feysel Milhim diyar kir ku di halê hazir de Sûriyê zehmetiya gelek dagirkeran dikişîne û got:

“Baştirîn çareserî federalî ye û nenavendîbûn rêya rast a parastina yekitiya Sûriya pêşerojê ye.

Hêza navendê ji nenavendîbûnê tê û pêwîst e xwe bispêre kûrahiya Sûriyê ku qada azad a Sûriyê ye û ji hemû aliyên hiquqî, aborî û civakî re azadiyê tîne.

Rêvebeya Xweser jî modeleke nenavendî ye û nû ye.”

Basil Kiwêfî: Em bi demokrasî û nasnameya netewî ya Sûryê re ne

Serokê Bloka Nîştimanî ya Demokratîk Basil Kiwêfî jî anî ziman ku modela Rêveberiya Xweser mînakek e û got:

“Hin nuqteyên rêveberiyê yên erênî û neyênî hene..

Em bi demokrasiyê û nasnameya neteweyî re ne û bi nenavendîbûnê re ne..

Gelê Sûrî ji bakur heta bi rojhilat û rojava jî hewcedarî bi demokrasiyê heye, lewma pêwîst e demokrasiya hevbeş a li ser pirrengiyê were bicihanîn.

Ji nêrînên di şêwrê de serwer, ew in ku girînge yekîtiya gelê Sûriyê di çarçoveya ku mafên wan were parastin û rêveberiya Xweser were xurtkirin bû.

“Divê li ser avakirina nasnameyeke niştîmanî ya Sûrî xebat bê meşandin”

Şêwir bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat teqezkirin ku avakirina nasnameyeke niştîmanî ku wê bibe gave yekem ber bi aştiya civakî ve girînge..

Her wiha ji bo avakirina vê nasnameya Niştîmanî ya Sûrî jî divê rêgezên hevpar û li ser lihevkirî bên dîtin da ku bibe navika vê nasnameyê.

Back to top button