Çalakiyên bîranîna 15’ê Tebaxê: 7 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin

Tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî bi kordîneyî çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagireker giran birîndar bûn, 2 çeper û cebilxaneyek hatin rûxandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatin girtin de di saetên şevê de tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji bo silavkirina Cejna 15’ê Tebaxê çalakiyên kordîneyî li dar xistin.

Di çalakiyê de ku gelek teknîk û rêbazên di nava hev de hatin bikaranîn..

Di encama çalakiyan de kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker bi giranî birîndar bûn, 2 çepar hatin rûxandin, cebilxaneyeke mezin a dagirkeran jî hate îmhakirin.

Ji bo gerîla dest nedanin ser cenazeyan cenazeyê çar leşkeran bi dijwarî hatin bombekirin.

Back to top button