Ciwanên Minbicê: Em ê herêmên xwe ji dagirkeran biparêzin

Li dijî êrişên dewleta Tirk Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê meşeke meşelayan li darxistin.
Ciwanan diyar kir ku ew ê li gel yekîneyên parastinê xaka xwe biparêzin.

Meş ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat orgenîzekirin.

Bi dehan şênî tev lê meşê bûn.

Di meşê de ciwanan berxwedana şehîdan silav kir û êrişên dagirkeriyê şermezar kir.

Di meşê de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El-Cemîlî axivî.

Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku dewleta Tirk bi zanabûn gelan dike hedef, ev yek binkeftina planên wê yên dagirkirinê îsbat dike.

El-Cemîlî dawiyê tekez kir ku wê heta dawî li gel hêzên xwe bin û axa xwe li dijî dagirkeriyê biparêzin.

Back to top button