DMME: AZADIYA ÎFADEYÊ YA DEMÎRTAŞ HATIYE BINPÊKIRIN

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê diyar kir ku azadiya îfadeyê ya Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatiye binpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hikum da ku azadiya îfadeyê ya Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatiye binpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Tirkiye 2 hezar Euro tazmînata manewî bide Demîrtaş û hezar Euro jî mesrefa dadgehê bide.

Demîrtaş 5’ê Tîrmeha 2005’an dema ku rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bû ji ber axaftineke xwe ya ji bo Roj TV bi îdîaya “propaganda rêxistinê” hatibû sûcdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button