Bênavber dewleta Tirk êrişî herêmê dike .
Artêşa Tirk vê sibehê gundên Mibicê topbaran kir.
Serê vê sibehê dewleta Tirk gundê ewn dadat û Mihsenlî yên Minbicê topbaran kir.
Nêzî 13 guleyên obîsan li gundên navborî ketin .
Artêşa Tirk duh danê êvarî jî bê navber gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kir.
Zêdetirî 70 guleyên obîs û hawanan li gund û derdora wê ketin.
Ji topbarana li derdora gund zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.
Êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, encamên bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan e.