Şevê din li Kampa Waşûkanî şewat derket.
Di encamê de 6 zarok şewitîn..
Ji wan 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 4 birîndar in.
Kamapa Waşûkanî li barjarê Hesekê ye û tê de koçberên Serê Kaniyê dimînin.
Şevê din li vê kampê şewat derket û 5 kon bi temamî şewitîn.
Di encamê de, 6 zarok jî şewitîn.
Ji ber rewşa 2 zarokan giran bû, jiyana xwe ji dest da.
Nûçegihanê me serê sibehê berê xwe da kampê û der barê vê şewatê de van agahiyan dide.