Êrişên li dijî Xezayê..Hejmara kuştiyan 30 derbas kir û zêdeyî 200’î birîndar in

Êrişên ezmanî yên Îsraîlê li dijî Xezayê şevê din jî dewam kirin.
Artêşa Îsraîlî îdîa kir wan fermandarekî din ê Tevgera Cîhada Îslamî kuştiye.
Li bajarê Xezayê jî heta niha zêdetirî 30 kes hatine kuştin û jimara birîndaran jî 200 derbas kiriye.

Êrişa li dijî bajarê Xezayê di roja 3’an de dewam dike.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî Teysîr El Caberî, fermandarekî din ê Tevgera Cîhada Îslamî bûye armanca êrişên wan.

Li gorî daxuyaniyê, êriş li bajarê Refehê pêk hatiye û fermandarê binavê Xalid Mensûr hatiye kuştin.

Kuştina Mensûr ji aliyê baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ve hate piştraskirin.

Di vê navberê de rayedarên Filîstînî diyar kirin ku heta niha ji ber êrişên Îsraîlê herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Di nava wan de 6 zarok hene.

Her wiha bêtirî 200 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din berpirsên Îsraîlê jî diyar kir ku ji roja Înê ve 400 moşek ji aliyê Xezayê ve hatine avêtin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku êrişa wan a li dijî Tevgera Cîhada Îslamî wê 7 rojan dewan bike.

Welatên Rojavayî: Mafê Îsraîlê yê xweparastinê rewa ye

Têkildarî êrişan, Amerîka, Fransa û Îngilîstanê diyar kirin ku mafê Îsraîlê yê xweparastinê rewa ye.

Di daxuyaniyan de tê gotin, sedema rewşa aloz, êrişa komên çekdar a li dijî Îsraîlê ye.

Îran: Gelê Filîstînê ne bi tenê ye

Îranê jî piştgiriya xwe ya ji bo Tevgera Cîhada Îslamî diyar kir û got;

“Li hemberî êrişên Îsraîlê, gelê Filîstînê ne bi tenê ye.

Dem hatiye ku hemû hêzn cîhadî li dijî dewleta Îsraîlê ya dijmin bibin yek.”

Cîhada Islamî: Me berê moşekan da Qudsê

Li aliyê din baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan îro berê moşekan dane bajarê Qudsê.

Li hemberî avêtina moşekan, artêşa Îsraîlê li Qudsê alarm da.

Back to top button