EFRÎN.. ÇETEYAN LI CELEMÊ, ŞÎTKA Û MERISKÊ GELEK SIVÎL REVANDIN

Piştî dagirkirinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi siyaseta wêrankirin û şewitandina xakê kir.

Çeteyên dewleta a dagirker revandin û birîna daran didomînin.

Li hin gundên din, careke din dest bi revandin û birîna daran kiriye

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirin û binpêkirinên xwe li Efrînê didomîne.

Li gundê Cele-mê yê Cindirêsê, çeteyan du şênî revandin.

Kesên ku hatin revandin, Elî Sultan û kurê wî Mistefa Elî ye.

Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên bi navê Feyleq El-Şam bi ser gundê Şîtka yê Mabatayê de girt.

Di serdegirtinê de gelek sivîl hatin revandin.

Li gundê Me’riskê yê Şera jî, çeteyên dagirkeriya Tirk şêniyê bi navê Ehmed Beşîr Xelîl revand.

ÇETEYÊN EL-EMŞAT MALBATEK ÇEQELÊ ŞIYÊ JI XANIYÊ WAN QEWIRANDIN

Li Şiyê jî çeteyên El-Emşat binpêkirin û kiryarên xwe yên nemirovî didomîne.

Diyar bû ku van çeteyan malbateke Kurd ji xaniyê wan ê gundê Çeqelê-Şiyê bi zorê derxist.

Malbatê ji ber ku nekarîbû baca ji aliyê çeteyan ve hatibû ferzkirin, bidin, ji xaniyê wan hatin derxistin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, bacên ji aliyê çeteyên El-Emşat ve li malbatekê tên ferzkirin, digihê heya 4 hezar dolarî.

Ev hejmar jî ji bo şêniyan pir zêde û giran e.

LI GUNDÊ ME’RISKÊ YÊ ŞERA BI DEHAN DARÊN ZEYTÛNÊ HATIN BIRÎN

Ji bilî wê, çeteyan li gundê Me’riskê yê Şera, bi dehan darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Tobel birîn.

Li aliyekî din, artêşa Tirk a dagirker ferman da şêniyên gund ku 10 hezar lîreyên Sûrî bidin qaşo meclîsa herêmî ya navçeya Şera.

Her wiha çeteyên bi navên Ebû Bîlal û Ebû Xazî, 500 hezar lîreyên Sûrî li ser şêniyan sepandin.

dîmen gundê Meriskê

DARÊN ZEYTÛNÊ YÊN GUNDÊ ÇEQELÊ CÛMÊ JI ALIYÊ ÇETEYAN VE HATIN ŞEWITANDIN

Şewitandina daran jî didome, darên zeytûnê yên gundê Çeqelê Cûmê yê Cindirêsê ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

Hat zanîn ku gelek ji darên gund hatin şewitandin.

Leave a Reply

Back to top button