Siyasetmedar û rewşenbîran herêmê dibêjin dewleta Tirk nikare xwe li ber berxwedana gerîla bigire û gavekê pêş de biavêje. Her wiha diyar kirin ku binketina Tirkiyê û serkeftina gerîla serkeftina Kurdên li Rojava û yên li tevahî cîhanê ye.
Berxwedana gerîla ku bi mehan e l idijî dewleta Tirk dewam, rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê girtiye û ziyaneke mezin gihandiye artêşa Tirk.
Li ser berxwedana gerîla ya li hember êrişên Tirkiyê siyasetmedar û rewşenbîrên herêmê ji ANHA’yê re axivîn.
Endamê PYD’ê Misewec El-Mihemed dibêje Tirkiyê tevî tekînîka xwe ya pêşetî jî nikare xwe li hember berxwedana gerîla bigire û gavekê bi pêş de biavêje.
Misewec behsa êrişên dewleta Tirk ên domdar li dijî Başûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku hinceta wê ya hertim PKK’ê ye.
Siûd Meiş: Serkeftina gerîla serkeftina hemû Kurdan e
Endamê Yekitiya Rewşenbîr û Nivîskaran Siûd Meîş jî anî ziman ku gerîla niha berxwedaneke dîrokî li dijî dewleta Tirk dimeşîne.
Siûd destnîşan kir ku dewleta Tirk fikirê demokratîk ê ku gerîla ji bo wê şer dike, dike armanc.
Dawiyê, Siûd Meiş diyar kir ku serkeftina gerîla serkeftina Kurdên li Rojava û hemû cîhanê ye.