Xuşka Ş. Sosin: Divê gel xayînan ceza bike

Malbatên şehîd Sosin Bîrhat û Barîn Botan li ser Operasyona Sondê QSD’ê spas kirin û tekez kirin armanca ji êrişên dewleta Tirk tunekirina pêşeng û rêveberên civakê ye.Malbatan xwestin ev sîxur bi destên malbatên şehîdan werin darizandin û bang li şêniyan kirin ku bi lîstokên dewleta Tirk û dijmin neyên xapandin.

QSD’ê 31’ê Tîrmehê mehê li dijî sîxurên dewleta Tirk operasyona Sondê da destpêkirin.

Di vê operasyonê de 36 sîxurên ku bûn sedema şehadeta jimerk ji fermandaran hatin girtin.

Hêrsa malbatên van şehîdan a l ihember van sîxuran zêde dibe.

Malbatan bi rêya bernameya JIN AKTUEL a televizyona me hêrsa xwe ya li dijî van sîxuran nîşan da.

Xwişka şehîd Sosin Bîrhat, Îlham Mihemed sapsiya QSD’ê li ser operasyonê û girtina sîxuran kir.

Îlham Mihemed li hember êrişan banga qedexekirin qada ezmanî ji balafirên Tirkiyê kir.

Dawiyê jî xwişka şehîd Sosin, Ilham xwest ku gel û malbatên şehîdan van sîxuran ceza bikin.

Xwişka Ş. Jiyan: Li hember polîtîkayên Tirkiyê hişyar bin

Xuşka Ş. Jiyan, Fatima Yûsif jî dibêje Tirkiyê hewl dide tirsê têxe dilê milet de, lê wê bi ser nekeve.

Fatima Yûsif bang li gel kir ku li hember van polîtîkayên dewleta Tirk hişyar bin.

Xwişka Ş. Rênas spasiya QSD’ê kir

Rojnamevan û Xwişka Şehîd Rênas Roj jî li ser navê malbata xwe spasiya QSD’ê kir.

Semîra teqez kir ku êrişên ezmanî yên li ser Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûrî bi destê hêzên desthilatdar pêk tên.

Back to top button