Erdogan: Em û istixbarata Sûrî di nava danûstandinê de ne

Serokê rêjîma dewleta Tirk Erdogan ku siyaseta wî rê li ber aloziya Sûrî vekir, ji sala 2011’an hem Beşar Esed û hem jî hukûmeta wî weke dijmin binav dikir.
Lê dema mijar bû Kurd û êrişa li dijî Rojava, Erdogan li wê yekê mikur hat ku ew û îstîxbarata Şamê di nava danûstanidnê de ne.

Serok-komarê Tirk Erdogan di serdana xwe a dawî ji bo Rûsyayê ji serokê vî welatî destûra êrişa li dijî Bakurê Sûrî xwest.

Lê helwesta Rûsya, Erdogan neçar kir ku li bazarên xwe ên veşartî mukir were.

Li ser pirsa egera pêkanîna êrişa li dijî Bakurê Sûrî, serokê rêjîma Tirk got;

“Me di vî warî de ji Pûtîn daxwaza alîkariyê kir.

Lê ew alîgire ku em vê meselê li gel rêjîma Sûrî çareser bikin.

Em jî dibêjin, ji xwe di vî warî de hevîdtinên me li gel rêxistina îstîxbaratê ya Sûrî dewam dikin.

Lê em dubare dikin, eger ji van danûstandinan ti encam bidest nekevin, pêwîste Rûsya di mijara tevgera li dijî Bakurê Sûrî, piştgiriyê bide Tirkiyê.”

Erdogan ê ku di her fersendê de Beşar Esed weke kujer û terorîst binav dike, dema mijar dibe êrişa li dijî Rojava û kuştina Kurdan, helweste xwe guhert.

Beriya niha QSD’ê û rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî eşkere kiribûn ku di navbera MÎT’a Tirk û îstîxbarata Sûrî de hevdîtinên veşartî têne kirin.

Hukûmeta Şamê û artêşê Sûrî jî beriya niha ragihandibûn ku ew ê bi tûndî bersivê bidin hewldanên dagirkiriye yên dewleta Tirk.

Back to top button