Li gundewarê Lazqiyê piştî êrîşên çeteyên dewleta Tirk bi ser hêzên rejîmê ve, şerekî dijwar Rû da.
Di encam de herî kêm 19 leşkerên rejîmê û 15 çete hatin kuştin.
Piştî Moskovê jî nûnerê taybet yê NY li Sûriyê gihaşte Şamê.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku li bejahiya çiyayê Turkmen a gundewarê Lazqiyê şerekî dijwar navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûrî rû da.
Çavdêriyê destnîşan kir ku ev şer piştî êrîşên çeteyên dewlta Tirkên li dijî hêzên rejîmê pêk hat.
REJÎMÊ KAMPEKE KOÇBERAN BOMBEBARAN KIR. 3 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA
Di encamê vê şerî de bêhtirî 19 leşkerên rejîmê û 15 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ragihand ku li gundewarê Idlibê rejîmê kampeke koçberan bombebaran kir.
Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
NÛNERÊ TAYBET YÊ ‘NY’ LI SÛRIYÊ GEER PEDERSON LI ŞAMÊ YE
Bi dewam şer û bombebaranê re, ji bo guftûgokirina mijara komîteya Destûrî jî nûnerê taybet yê NY li Sûriyê Geer Pederson gihaşt Şamê.
Tê payîn wê Pederson sibe li gel raydar û berpirsên wezareta Derve ya rejîmê bicive.