Buroya Huqûqê ya Sedsalê: 3 sal in bi rêbazên dij huqûqî hevdîtina me li gel birêz Ocalan tê astengkirin

Buroya Huqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîda giran a li Girava Îmraliyê, banga hestiyariyê li raya gitşî kir.
Parêzerên buroyê ragihandin ku ev 3 sal in bi rêbazên dij huqûqî hevdîtina wan a li gel Rêber Apo tê astengkirin.

Buroya Huqûqê ya Sedsalê têkildarî pergala tecrîda girankirî ya li Îmraliyê daxuyaniyek da.

Parêzerên Buroyê bi bîr xistin ku 3 sal in mafê wa ê hevdîtinê bi rêbazên dj huqûqî tê astengkirin û gotin;

Piştî qedexeya 27’ê Tîrmeha 2011’an ku 8 salan dewam kir, herî dawî 2’ê Gulana 2019’an parêzer karîbûn biçin giravê.

Lê ji wê rojê ve bê navber mafê hevdîtina li gel mûwekîlê me Birêz Ocalan careke din hat astengkirin.

Parêzeran diyar kir ku çalakiyên gireva birçîbûnê yên sala 2018’an bi pêşengiya Leyla Guven, rê li ber hevdîtina wan a dawî vekir û wiha dewam kirin:

Piştî hevdîtina parêzeran a 2’ê Gulana 2019’an, hukûmetê dest bi pêvajoyeke nû ya qedexekirinê kir.

Li gel tecrîda giran û binpêkirina mafan, tişta niha dewlet li Îmraliyê dike astengkirina mafê parastinê ye.

Di pêvajoya 3 salên derbasbûyî de desthilatdarî û bi taybet wezareta dadê, her gavê bi sedemên pûç hewl dan biryara qedexekirina hevdîtinan rewa nîşan bidin.

Parêzeran eşkere kirin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê binpêkirina huqûqê ye û bal kişandin ser van xalan:

Ji bilî Birêz Ocalan, 3 mûwekîlên me ên din ku ji 2015’an ve li giravê ne, ji mafên xwe ên rewa bê par in.

Tevî ku her heftê daxwaza hevdîtinê tê kirin jî lê heta niha yek carê destûr nehatiye dayîn ku parêzer wan bibînin.

Beriya ku hersê muwekîl werin Îmraliyê, li zindanên din, nava heftê bi awayekî bê sînor hevdîtin li gel wan pêk dihat.

Li nava 11 salên derbasbûyî de eger parêzer tenê karîne 5 caran li gel muwekîlên xwe hevdîtinê pêk bînin, ev rastiya pergala Îmraliyê radixe ber çavan.

Li dijî vê neheqiya mezin, divê her kes bi hestiyarî tevbigere.

Back to top button