QSD’ê nasnameya endamekî xwe ku di êrişa taxa Sînaa ya Qamişlo de şehîd bû eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya endamekî Saziya Displîna Leşkerê ku di encama êrişa duh a balafira bêmirov a dewleta Tirk de li Qamişlo şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê diyar kir 6`ê Tebaxê ber bi êvarê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li taxa Sîna ya bajarê Qamişlo bombebaran kir û

di encamê de endamê Saziya Dîspilîna Leşkerî ‘Rûxaz Amûdê’ tevî 3 sivîlên din ku 2 ji wan zarok in, şehîd bû û hin kesên din birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û hedefgirtina sivîlan hatin bibîrxisitn û dewletên garantor weke berpirsên van êrişan hatin binavkirin.

Di dewamê de ji raya giştî ya cîhanê hate xwestin ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deynin.

QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye.

  • Nasnav: Rûxaz Amûdê
  • Nav û Paşnav: Mezlûm Seededîn Esed
  • Navê Dayikê: Hediye
  • Navê Bav: Seededîn
  • Cih û dîroka jidayîkbûnê: Amûdê- 1989
  • Cih û dîroka şehadetê: Taxa Sîna-Qamişlo- 6`ê Tebaxa 2022`an.”
Back to top button