Cenazeyê endamê Asayîşê şehîd Dara El-Mi’o li Tirbespiyê hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Asayîşê Dara El-Mi’o li goristana şehîdan ya Tirbespiyê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Endamê Asayîşê Dara Silêman El-Mi’o di 4’ê vê mehê dema li ser erka xwe bû li Qamişlo, şehîd bû.

Îro li goristana Şehîd Dilşêr ya li navçeya Tirbesbiyê ji bo şehîd Dara El-Mi’o merasîmek hate li darxistin.

Bi sedan welattiyên Kurd, Ereb û Suriyan ên navçeyê tevlî merasimê bûn.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Tirbespiyê El-Hac Ebdî Xelef û ji Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mihemed Zêdan axivîn.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan hate nûkirin.

Her wiha bi navê malbata şehîd Casim El-Xelîfe axivî û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li ser şopa şehîdan bimeşin.

Paşê, wesîqa Şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button