Malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Gelên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk bi hêrs in û di nava çalakiyan de. Îro jî Meclîsên Malbatên Şehîdan li dijî êrişan çalakî kirin.

Meclisên Malbatên Şehîdan li Amûdê, Girkê Legê, Hesekê, Dirbêsiyê, Çil Axa, Til Birak, Til Hemîs, Dêrik û Qamişloyê bi daxuyaniyek hevbeş êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li pêş çavên Cîhanê êrişên xwe yên hovane didomîne û hat gotin:

“Piştî ku dewleta Tirk destûra tevgereke nû ya dagirkeriyê li dijî herêmê negirt êrişên xwe li ser herêmê û bi rêya dronan zêde kir.

Tirkiyê bi van êrişên hovane hewl dide sivîlan bitirsîne da ku ji cih û warên xwe koçber bibin û destketiyên şoreşa me tune bike.

Bi taybet jî piştî ku li çiyayên Kurdistan derbên giran xwar, êdî berê êrişên xwe da herêmê.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê bi hezaran malbatên şehîdan em bang li NY, saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser bikin û rê li ber van sûcên şer yên dewleta Tirk bigrin.”

Back to top button