Parlamentera Partiya Çep ê Alman Gokay Akbulut bal kişand ser neçareseriya pirsgirêka kurd û got: “Beyî Abdullah Ocalan li Tirkiyê demokrasî pêk nayê û Kurdistaneke bêyî Ocalan jî ne pêkan e, divê demildest hevdîtin bi Ocalan re pêk bên”.
Rêber Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîda giran de li Îmraliyê tê girtin û 3 sal in jî bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike.
Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzeran Dadgeriya Înfaza Cezaya ya Bursayê bi hincetên cuda hevdîtinê red dikin.
Ji bo azadiya Rêber APO li gelek welatên Ewropa jî kampanya hatine destpêkirin.
Derbarê mijarê, Parlamentera Partiya Çep ê Alman (Dîe Lînke) Gokay Akbulut axivî.
Gokay da zanîn ku di salên 90’î de min şahidiya şewitandina gundan, şer û koçberbûnê kir û got:
Li Tirkiyê pirsgirêka terorê tune ya demokrasiyê heye.
Em Partiya Muxalefet ya Çep a Almanyayê dixwazin mafên kurdan li Tirkiyê bê radestkirin.
Divê Birêz Ocalan û girtiyên siyasî bê berdan.
Gokay Akbulut: Divê demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Gokay Akbulut balkişand ser tecrîdê û bertekên xwe yên der barê vê de anî ziman:
Bi salan e li ser Birêz Ocalan tecrîd pêk tê.
Ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan li hemû cîhanê modelek alternatîf tê dîtin.
Em pêkanînên dijdemokratîk yên li hember Birêz Ocalan û girtiyên siyasî rexne dikin, divê demildest tecrîd bidawî be.
Divê demildest parêzer û malbat hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin.
Bêyî Ocalan Kurdistan nabe û demokrastî nikare bê meşandin.