Meclisa Giştî ya PYD û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de êrişa duh li Qamişlo hat şermezarkirin û bang li hêzên garantor û civaka navnetewî hat kirin ku qada ezmanî bê girtin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên cuda dan.
PYD: Dewleta Tirk şerekî giştî li dijî herêmê û Rêveberiya Xweser daye destpêkirin
Di encama êrişê de 4 welatî şehîd bûn, ji wan 2 zarok û hin jî birîndar bûn.
Zirarên madî jî gihîştin mal û milkên welatiyan.
2 roj berê jî bi balafireke xwekuj a bêmirov a dagirkeriyê navenda Til Rifetê bû hedef û di encamê de 9 welatî birîndar bûn, ji wan 6 zarok bûn.
Hedefgirtina welatiyan, Hêzên Asayişê û QSD, dikevin çarçoveya şerekî giştî ku dagirker li dijî Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên wê pêk tîne.”
PYD: Hêzên navnetewî divê bi erka xwe rabin û êrişan rawestînin
PYD’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û ev bang kir:
“Civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên garantorê lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re, divê pêşiyê li van êrişan bigirin, sûc û kiryarên wê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin.
Em bang li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku qada ezmanî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin.”
Meclisa Jinan: Êriş bi armanca vala kirina herêmê pêk tên
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têkildarî êrişa li Qamişlo daxuyanî da..
Meclisa Jinan diyar kir ku ev êriş ji bo ku welatî cih û warê xwe biterikînin pêk tên û wiha got:
“Bi van êrişan hemû pîvanên exlaqî û mirovî bin pê dike.
Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji malbatên kesên di encama terora dewleta Tirk de şehîd bûne re dixwazin.”
Meclisa Jinan: Hêzên navnetewî divê li dijî êrişên qirkirinê helwestê nîşan bidin
Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de êriş weke êrişên hov ên dagirkeriya Tirk li dijî sivîlan bi nav kir û bêdengiya civaka navnetewî şermezar kir..
Meclisa Jinan bal kişande li ser bêdengiya li dijî êrişan û bang li wan hêzên ku îdiaya parastin û aramiya Sûriyê dikin kir ku li dijî van êrişên qirkirinê bi erka xwe rabin.