HPG’ê: Di çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê de, 39 dagirker hatin kuştin

Gerîlayan di Operasyonên Şoreşgerî yên ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de, derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker dan. HPG’ê ragihand ku di van çalakiyan de, 39 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. Her wiha 2 radar, 2 çeper, 2 mobesse û cebilxane hatin rûxandin.

Di çarçoveya Operasyonên Şoreşgerî yên ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de derbên xurt li artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û got:

Bi şopandina şopa pêşengê nemir û fermandarê mezin Egîd, wê teqez serketin ji gelê me yê bindest re be.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

6’ê Tebaxê dagirkerên ku xwestin bi wesayîtên kepçeyê êrîşî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, bi çekên ferdî û giran bûn armanca êrişa gerîlayan.

Di encamê de, wesayîteke kepçe ya dagirkeran hate derbkirin.

Piştî êrişê, dagirkerên ku xwestin bi bombeyên nukleerî yên taktîkî êrîşî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, bi çekên giran hatin derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereş de;

6’ê Tebaxê qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Kanî Masî ya girêdayî navçeya Amediye ya Dihokê, bû armanca gerîlayan.

Di çalakiyê de, 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek, 2 pergalên radar û pergalek kameraya mobesse hatin rûxandin.

Heman rojê di çalakiyên li Qada berxwedanê ya Girê FM û Girê şehîd Cûdî 12 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

HPG’ê diyar kir ku leşkerek birîndar xwestiye ku gerîla wî xelas bike, lê leşkerên din ew gulebaran kirine û kuştine.

7’ê Tebaxê jî di şerê li tunelên şer ên Şehîd Sîpan û Şehîd Gelhat ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê de 23 dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Di çalakiya li girê şehîd Pîrdoxan de jî dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê de jî HPG’ê agahiyên beriya niha parvekiribû sererast kir.

HPG’ê daxuyakirin ku di çalakiya 5’ê Tebaxê ya ji aliyê Gerîlayên YJA Starê ve pêk hatî de, 2 dagirker hatine kuştin.

Beriya niha HPG’ê ev jimar weke 8’an derbas kiribû.

Ji bo vê yekê navendê lêborîna xwe ji raya giştî xwest.

Di tevahiya çalakiyan de, 39 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Her wiha derb li çeper, wesayîtên dagirkeran hatiye xistin û cebilxaneyên wan ji hatine teqandin.

HPG’ê:artêşa Tirk 28 caran bi Çekên Kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

Tevî van êrişan, artêşa Tirk a dagirker 28 caran bi çekên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî,bombeyên dûmanê û yên destan êrîşî Qadên Berxwedanê kir.

9 caran bi balafirên şer, 18 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran qadên berxwedanê bombebaran kiriye.

Back to top button