“Em bang li Rêveberiya Xweser û QSD’ê dikin ku sîxur û xayîn li dadgehên gel werin darizandin”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li Rêveberiya Xweser û aliyên têkildar kir ku sîxur û xayînên ku di encama Operasyona Sondê de hatin girtin ji aliyê dadgehên gel ve werin cezakirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku binketina dewleta Tirk hişt ku berê xwe bide sîxurkirinê û got:

“Ev hemû li ber çavên cîhanê û civaka navneteweyî tên kirin, bi taybetî di vê dawiyê de wek çawa li Qamişlo, Til Rifet, Şehba û gelek deverên din ku di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn.

Ev agahî piştî girtina sîxur û ajanên ji aliyê QSD’ê ve hatin girtin diyar bû û ew li xwe mikur hatin ku agahî dan e MÎT’a Tirk.

Ji ber wê jî em wek Meclisa Malbatên Şehîdan me bi deh hezaran şehîdên ku sond xwaribûn rûmeta me biparêzin, dan.

Em sekna xwe ya li kêleka hêzên xwe yên leşkerî di hemû hemleyên xwe de nexasim Operasyona Sondê de radighînin.”

Meclisa malbatên şehîdan bang li Rêveberiya Xweser û aliyên têkildar kir ku sîxur û xayînan li dadgehên gel darzînin.

Back to top button