ROJNAMEYA EL-WETEN: EV ÎSTÎFA JI ERDOGAN RE DERBEYEK BIÊŞ E

Wezîrê aborî û Cîgirê serok wezîran yê Tirkiyê yê berê Elî Baba can îstîfa kir..

Elî Babacan yek ji damezrînerên hikumeta AKP’ê bû.

Babacan weke keseke girîng di geşkirina abûriya tirkiyê de dihate naskirin, ji ber îstifaya wê ji AKP’ê tê gotin wê aboriya tirkiyê bi krîzên hîn kurtir re rubirû were.

Îstîfaya Wezîrê aborî yê berê yê Tirkiyê Elî Babacan li qada navnetewî jî deng veda û gelek gengeşe çêkir.

Kovara ‘Blomberg’ a aborî Elî Babacan bi ‘ Emperatorê aboriya Erdogan bi nav kir û diyar kir ku Elî Babacan ji ber tevlîheviyên mezin yên bi hikumeta desthilat re îstîfa kiriye.

Her wiha dezgehên ragihandina erebî jî îstîfaya Babacan ji hikumeta AKP’ê bi destpêka bidawîbûna rêjîma Erdogan bi nav kirin.

Bi taybet piştî têkçûna wan di hilbijartina bajarê Stenbolê de .

Rojnameya El- Weten a Misrî jî Babacan bi Endezyarê aboriya Tirkiyê bi nav kir û got:

“Ev îstîfa derbeyek biêş e ji Erdogan re . ”

Ev yek diyar dike ku wê hîn bêhtir derbe li aboriya Tirkiyê bikeve û kirîza aborî ya li Tirkiyê wê hîn bêhtir xerab bibe.

Leave a Reply

Back to top button