Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera, Şehba û Til Rifetê topbaran kirin. Heta niha 15 top derdora navçeya Til Rifetê ketine.
Dagirkeriya Tirk bi doçka gundê Hirbilê ya girêdayi Şehba gulebaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî dane ber topban.
Her wiha di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li asîmanê herêmê digeriyan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navçeya Til Rifet a Şehbayê jî topbaran kirin.
Heta amadekirina vê nûçeyê nêzî 15 top li herêmê ketine.
Her wiha di heman wextê de artêşa Tirk a dagirker gundê Um El-Hoş ê girêdayî Şehbayê jî topbaran kirin.