Desteya Mafê Mirovan serdana Girtiyên Behdînan kir

Desteya Mafê Mirovan li Hewlêrê serdena girtiyên Behdînan ên di girtîgeha PDK’ê ya li Hewlêrê kir û ragihand ku Navenda Tenduristiyê ya Girtîgehê weke pêwîst nîne.

Şandeyekî Desteya Mafê Mirovan a Serbixwe bi serokatiya serokatiya Desteya Mafê Mirovan Muna Yaqu serdana Girtîgeha PDK’ê ya Hewlêrê kir.

Armanca desteyê şopandina rewşa girtiyan bû û gotin: “Piştî dîtina kesên di greva birçîbûnê de derkete holê ku rewşa tenduristiya wan di cih de ye, lê eger greva wan berdewam bike, wê metirsî li ser jiyan û tenduristiya wan çêbibe.”

Desteyê ragihand ku Navenda Tenduristiyê ya Girtîgehê weke pêwîst nîne û di warê nebûna bijîşkên pispor de gelek gazindên girtiyan hebû.

Desteya Mafê Mirofan destnîşan kir ku wê vê mijarê li gel Wezareta Tenduristiyê nîşaq bikin û bi taybet niha çend girtî tûşî nexweşiya cerm bûne.

Her wiha daxwaza hejmarek girtiyan hebû, bi taybet ji bo berdanê bi merc in.

Back to top button