Ebas Malikî: Bêhelwestiya Başûrê Kurdistanê sedema berdewambûna êrişên Tirkiyeyê ye

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Ebas Malikî diyar kir ku bêhelwestiya Herêma başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê sedema berfirehkirina êrişên wê ye.

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Ebas Malikî têkildarî êrişên dewleta Tirk ji malpera Meilume re axivî û got: “Tirkiye li gel bêdengiya Herêma Başûrê Kurdistanê car bi car xaka Iraqê bombebaran dike.

Herêma Başûrê Kurdistanê dixwaze berjewendiyên xwe yên şexsî li gel Tirkiyeyê biparêze.

Ebas Malikî got: “Berdewambûna bombeberana Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê ragihadina şerê li ser Iraqê ye.

Divê hikûmeta niha biryarekê ji bo girtina hemû deriyên sînor ên li gel Tirkiyeyê bide.”

Back to top button