Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e” li Tebqayê çalakiyek hat lidarxistin

Bi dirûşma “Azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e”, Navenda Çandê ya Tebqayê çalakiya “Rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan” li dar xist.

Çalakî ji aliyê Navenda Çandê bi koordîneya Tevgera Mezopotamya û Hunera Demokratîk hat lidarxistin.

Di çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, jî di nav de gelek kes amadebûn.

Di çalakiyê de Cîgirê Komîteya Çand û Hunerê, Musene Ebdulkerîm bi navê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Ocalan axivî.

Musene Ebdulkerîm diyar kir ku ew çalakiyên wiha ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan didin nasîn, binirx dibînin û got :

“Divê em çalakiyên wiha zêdetir li dar bixin da ku em zextê li cîhanê bikin û tecrîdê têk bibin.”

Piştre, çend koman stranên kurdî û erebî pêşandan.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button