Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê li dijî êrişên dewleta tirk li ser herêmê daxwiyaniyek da.
Şepêla Pêşerojê di daxwiyaniya xwe de banga girtina qada ezmanî ya herêmê û derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê kir.

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kir û got:

“Hîn jî dewleta Tirk sivîl, gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bi balafirên xwe dike armanc.

Bê ku civaka navneteweyî tiştekî bike û hemû peymanên 2019’an ên têkildarî agirbestê binpê kirin.”

Şepêla Pêşerojê diyar kir ku Trikiyê dixwaze herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û wiha domand :

“Ne tenê ev dixwaze komkujiyên din der heqê gelên herêmê de pêk bîne .

Û demografiya herêmê biguhere.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku qada ezmanî ya herêmê bigire û dagirkeriya ji Sûriyê derxe.”

Back to top button