Şerê Îsraîl û Cîhada Îslamî…Bi navbênkariya Misirê lihevkirina ji bo agirbestê pêk hat

Piştî 3 rojan ji êrişên dijwar ku di encamê de gelek kes hatin kuştin, êrişên Îsraîl û Tevgera Cîhada Îslamî radiwestin.
Ev yek di encama navbênkariya Misirê de pêk hat.
Lê heta niha nayê zanîn bê ev agirbest wê bi awayekî fermî were ragihandin an na.

Îna derbasbûyî bi îdîaya ku moşek avêtine Îsraîlê, li dijî navendên Tevgera Cîhada Îslamî li Xezayê êriş destpêkirin.

Li herêma ku di bin kontrola Hamasê de ye, li gorî Wezareta Tenduristiyê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 9 jê zarok 17 Fîlîstînî hatin kuştin.

Ji 5’ê Gulanê ve 15 jê zarok herî kêm 44 Fîlîstînî hatin kuştin, 360 jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di êrîşên hewayî de gelek avahî jî bi temamî hilweşiyane.

Tê ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de ji fermandarên Cîhada Îslamî Taysîr El Cebarî û Xalid Mansûr hatine kuştin.

Her wiha di operasyonên Îsraîlê de yên li Şerîa Rojava 40 kesên tê gotin endamên Cîhada Îslamî ne, hatin destgîrkirin.

Ji bo rawestandina şer û êrişan, weke gelek caran, dîsa Misir ket navberê.

Li gorî rayedarên Misirî, aliyê Îsraîlê qebûl kiriye ku agirbest pêk were.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ragihand her çi gava pêwîst bike, ew ê operasyona xwe ya li Xezayê dewam bikin û got,

“Kuştina berpirsên Cîhada Îslamî serkeftin bû.”

Tevgera Cîhada Îslamî jî eşkere kir ku ew ê li gorî pêwîstiyên peymana agirbestê tevbigerin û got,

“Eger aliyê Îsraîlî êrişên xwe dewam bike, em ê mafê bersivdayînê bikar bînin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bi daxuyaniyekê lihevkirina ji bo agirbestê weke gaveke erênî binav kir.

Gulana 2021’ê di şerê 11 rojan ê navbera Hamasê û Îsraîlê de 260 Fîlîstînî û 14 Îsraîlî hatibûn kuştin.

Back to top button