ENCÛMA ASAYÎŞA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: EM ÎDÎAYÊN DERBARÊ DEZGEHÊN ASAYÎŞA HERÊMÊ DE RED DIKIN

Encûma Asayîşa Herêma Kurdistanê têkildarî şehîd kirina Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew îddîayên derbarê dezgehên asayîşa herêmê de red dikin.

Encûmena Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê têkildarî êrîşa hewayî ya balafirên Tirk a li dijî Endamê Konseya serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêmê de, îddîayên ku dibêjin, di encama agahiyên sîxûrî yên herêmî yên dane MİT’a Tirk de şehîd bûne, red dike.

Encûmena Asayîşê jî weke hikûmeta herêma Kurdistanê rewatî da êrîşên Tirkiyê yên li ser tevgera azadî ya Kurdistanê û gelê Başûr û hate gotin,

“Hebûna PKK’ê bi vê şêwazê li hinek herêmên Herêma Kurdistanê, sedemeke serekeye ji bo şer û pevçûnan û têkbirina aramiyê ye.

Em li dijî siyaseta PKK’ê ne, dixwazin pirsgirêkê veguhezin qadên xwe yên rasteqîne.”

Ji daxuyaniyên encumena Asayîş û hikumeta herêma Başûrê kurdistanê diyar dibe ku hewlesta wan ya li dijî dagirkeriyê bêdengî û pejirandine.

Leave a Reply

Back to top button