Şêrezad Îbrahîm: Em ê rê nedin ku sîxur armancên xwe pêk bînin

Li dijî sûxrên ku di çarçoveya Operasyona Sondê de hatine girtin, hêrsa gel zêde dibe.
Şêniyên herêmê daxwaza darizandina wan dikin û tekez dikin erka her kesî ku herêmê ji kirinên van sîxuran biparêzin û di vî alî de hişyar bin.

QSD’ê 31’ê Tîrmehê ragihand wan li dijî sîxurên MIT’a Tirk operasyona Sondê daye destpêkirin.

Di çarçoveya oprasyonê de 36 sîxur hatin girtin.

Ji dema ragihandina vê operasyonê ve, hêrsa gel a li dijî van sîxuran dewam dike.

Gel daxwaz dike ew jî di cezakirin û darizandina van sîxuran de hevkar bin.

Şêniyê bi navê Şêrezad Ibrahîm tekez dike ew ê rê nedin ku tu alî bi rêya van sîxuran şoreşa wan têk bibin.

Viyan Ehmed: Divê ev sîxûr werin cezakirin

Jina bi navê Viyan Ehmed jî bang li aliyên peywendîdar kir ku ev xayîn li gorî daxwazên malbatên şehîdan ceza bikin.

Elî Bekir: Divê her kes bi rola xwe rabe û herêmê biparêze

Şêniyê bi navê Elî Bekir jî tekez kir divê her kes herêmê ji kirinên sîxuran biparêze û di vî alî de bi erka xwe rabe.

Back to top button