Mosko û Kiev ji ber êrişê hev tawanbar dikin

Mezintirîn Navenda Nukleerî ya Ewrûpayê ku Ukraynayê ye bo armanca êrişê.
Kîev û Mosko têkildarî berpirsiyariya êrişê hev tawanbar dikin.
Neteweyên Yekbûyî jî êrişa li dijî navenda nukleerî weke xwekujî binav kir.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî got,
Rewşa li eniyên Xarkîv û Donetskê giran e.

Ev der navenda nuklerrî ya Zaporozhskaya (Zaporêskaya) ye.

Û li ser asta Ewrûpayê ya herî mezin e.

Şeva 5’ê Tebaxê ev navend bû armanca êrişa bi moşekan.

Di encama êrişê de zerar li hin avahiyên girîng ên derdora navendê bûn

Hedfkirina navendeke wiha weke nişaneya herî xeter a şer tê binavkirin.

Mosko îdîa dike ku êrişa ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatiye kirin.

Lê Kiev vê yekê red dike.

Rewşa li Xarkîv û Dontsk giran e

Serokê Ukraynayê Zelensky jî ji ber êrişê, Rûsya weke “terora nuklerrî” binav kir.

Zelensky îşaret bi rewşa li herêma Donetsk û Xarkîvê kir û wiha got:

Rewşa li Donetsk ya dikeve rojhilatê welat hîna jî girane.

Artêşa me ji bo pêşî li Rûsya bigre, berdêlên pir girand dide.

Ji bo em bikarin xwe biparêzin, pêwistiya me bi hîn zêdetir çekan heye.

NY: Êrişa li dijî navenda nukleerî, xwekujî ye

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êriş weke hewldaneke xeter binav kir û got;

Êrişa li dijî navenda nukleerî ku tê îdîakirina ji aliyê Rûsyayê ve pêk hatiye, xwekujî ye.

Eger pêşî li êrişên wiha neyê girtin, wê ev were wateya destpêkirina şerê nukleerî.

Ji destpêka şerê li Ukraynayê, Navenda nuklerrî ya Zaporozhskaya di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ye.

Back to top button