Iraqê…Ji ber nebûna elektirîkê li besra xwepêşandan pêk hatin

Li Iraqê aloziya siyasî û aborî kur dibe.
Li Besrayê ji ber nebûna ceyranê, xelk daketin kolanan û rêyên sereke li trafîkê girtin.

Ev 3 rojin li bajarên Besre, Nasriye û Zîqar ên Iraqê elektirîk qut bûye.

Danê siharê li her sê bajaran bi sedan kes daketin kolanan û dijî nebûna ceyranê xwepêşandan lidarxistin.

Welatiyan li wan bajaran rêyên sereke li trafîkê girtine û agir pêxistine.

Nerazîbûna welatiyan di van kêliyan de jî dewam dike.

Di 4’ê Tebaxê de Berdevkê Wezareta Karûbarê Iraqê ji medya Iraqê re axivî û got;

“Di 4’ê Tebaxê ji ber bilindbûna pileya germahiyê li yek ji berhemhênana elektirîkê ya li Besrayê teqînek çêbûye.

Ji ber vê jî elektirîka parêzgehên Besre, Zîqar û Mîsan qut bûne.”

Back to top button