Rêveberiya cûnta ya Çadê peymanek bi dehan komên çekdar re îmze kir

Mahamat Îdrîss Deby Itno yê li ser rêveberiya cûntayê ya Çadê ye, bi 40 komên çekdar re peyman îmze kir.

Peyman di çarçoveya plana ‘diyaloga neteweyî’ ya rêveberiya cûntayê li Katarê hate îmzekirin.

Eniya Guherîn û Entegrasyonê ya Çadê (FACT) a ku li welat koma sereke ya serhildêr e, peyman îmze nekir.

Vê peymana ku bi îddîaya vekirina rêya desthilatdariya sivîl hate kirin, ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres ve wekî ‘Ji bo gelê Çadê kêlîkeke girîng’ hate pênasekirin.

Gûterrez jî li ser înternetê tevlî merasîma îmzeyê ya li Dohayê bû.

Gûterres diyar kir ji bo ku peyman bi ser bikeve divê ‘berfirehtir’ be.

Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Mûhammed Bîn Abdurahamn El Tanî diyar kir armanca peymanê ew e ku ‘dêvila kaos û şer welat bibe qada aştiyê’.

Li Dohayê ji nav 47 komên çekdar 42 koman peymana bi hikumetê re îmze kirin.

Di Nîsana 2021’an de serokkomar Deby Itno di şer de hatibû kuştin.

Piştî mirina wî bi rojekê kurê wî Mahamat Idriss Deby Itno bû serokê Konseya Leşkerî ya Demdemî ya ku 15 generalan tê de cih digirtin.

Serokê rêveberiya cûntayê diyar kir piştî diyalogekek neteweyî wê di nava 18 mehan de hilbijartineke azad û demokratîk pêk were.

Back to top button