Rêveberiya Pekînê dema tetbîqata ku Taywan dorpêç kirî dirêj kir

Hêrsa Çînê ya li dijî Taywanê kêm nabe.
Artêşa Çînê ya ku li 6 cihan tetbîqata leşkerî dayî despêkirin, ragihand ku wê wê dema wê dirêj bike.

Piştî serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ya hefteya borî ya Taypei, rêveberiya Pekînê bihêrs bû.

Çîn bi ragihandina destpêkirina tetbîqata nû ya li nêzî girava Taywanê bertek nîşan da.

Artêşa Rizgariya Gel a Çînê ragihand ku “li hewa û avê li nêzî Taywanê” tetbîqatên ji bo lêdana hedefên dij noqîvan û deryayî hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de têkildarî tetbîqatên leşkerî yên tam li ku tên kirin de agahî nehat dayîn.

Piştî serdana Pelosi, Çînê ragihand ku tetbîqatên mezin ên ku li 6 xalên derdora welêt bi şiklê heyvekê dest pê kirine, wê roja Yekşemê bi dawî bibin.

Di daxuyaniya ku îro hate dayîn de agahî nehat parvekirin ka gelo tetbîqatên îro di çarçoveya tetbîqatên hefteya borî de ne yan na.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku wan balafirên şer û keştiyên şer ên Çînê li derdora giravê dîtine.

Back to top button