Şîna Hz. Huseyîn ji aliyê mîlyonan kesî ve hat girêdan

Bîranîna şehîdên Kerbelayê despê kir.
Şîna Hz. Huseyîn ji aliyê bi mîlyonna kesî ve hate girêdan.
Merasîmên Aşûrayê dest pê kirin, bi hezaran heciyên derveyî welat berê xwe dane Iraqê.

Merasîma 10’ê meha Muherrem û Aşûrê destpêkirin.

Şîe zêdetirî 1383 salin cejna 10’ê Muherrem û Aşûrayê pîroz dikin.

Her sal ji roja yekem heta dawiya meha Muherremê Şîe destpê dikin û xwarinên taybet amade dikin.

Cejna sereke ya Aşûrayê dikeve 10’ê Muherremê.

Ji berbanga sibehê heta nîva şevê berdarvan bi zincîr û kêran li xwe dixin û şîn dikin.

Salane bi hezaran kes li Iraqê, Libnan, Behreyn, Îran, Pakistan, Efxanistan û Hindistan, şîeyên li van welatan bi boneya Meha Muherremê merasîmên xwe yên taybet pêktînin.

Iraq ji bo şîeyan xwedî giringiyeke taybete, ji ber ku li wir gorên Îmamên Şîe hene.

Bi hezaran heciyên parêzgehên Iraqê û yên derveyî Iraqê di meha Muherremê de berê xwe didin bajarên Kerbela, Necef û Bexdayê.

Back to top button