Kolombiya…Gerîlayê berê Petro dest bi wezîfeya serokomariyê kir

Serokomarê yekemîn ê çepgir ê dîroka Kolombiyayê Gûstavo Petro sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.
Ji bo peymana aştiyê bang li komên çekdar kir û diyar kir ku wê dawî li ‘şerê neserketî yê li dijî narkotîkê’ bîne.

Piştî têkoşînek dur û dirêj, êdî Kolombiya ji aliyê gerîlayan ve tê rêvebirin.

Gerîlayê berê Gûstavo Petro yê 62 salî kete şûna Îvan Dûqûe ê rastgiriya tund ku di navbera salên 2018-2022’an de wezîfe kiribû.

Petro li Kongreyê bi piştgiriya piraniya çepgiran dest bi wezîfeya ji bo çar salan kir.

Kolombiya ku salên dûr û dirêj ji aliyê elîteke muxafazakar ve hate birêvebirin, bi vî rengî bû yek ji wan welatên Latîn Amerîkayê ku berê xwe da çepgiriyê.

Petrol di merasîma sondxwarinê de ji bo komên çekdar ên ku hîn li welêt çalak in, soz da ku eger peymana aştiyê îmze bikin wê sûdê ji ‘avantajên hiqûqî’ werbigirin.

Yekemîn serokê çepgir ê Kolombiyayê soza têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê da.

Li Kolombiyayê tevî ku sala 2016’an bi koma herî mezin ê çekdar FARC’ê re peyameke dîrokî ya aştiyê hate çêkirin jî şerê çekdarî dewam dike.

Ji ber ku desthilatdariya rastgir bawerî neda û êrîşî muxalîfan kir, komek ji FARC’ê cihê bû, têkoşîna xwe dewam kir.

Komeke din a gerîla ELN jî hîn çalak e.

Her wiha qadên ku ji gerîla vala bûn, bi çeteyên narkotîkê tijî bûn.

Çeteya Clan del Golfo ji serkêşê van koman dike.

Back to top button