JI ÇIYAYÊ QEREÇOXÊ DAIŞ, JI DEVERÊN BADÎNAN JÎ ÇEK, JI BAREGHÊN TIRK RE TÊN VEGUHESTIN

Li başûrê kurdistanê planên qirêj tên gerandin.Ji Çiyayê Qereçox yê Mexmûrê çeteyên DAIŞ û ji li herêmên Dolemer û Barzanê jî gelek çek û cebilxane ji bo heman baregeha leşkerî ya li herêma Sirî ya Dihokê tê veguhestin.

Çavkaniyên xwecihî ji Rojnewsê re eşkere kir ku karwanê leşkerî duh saet 16:00’an dest pê kiriye û heta îro serê sibehê domiya ye.

Li gorî agahiyan ji cebilxaneyên li herêmên Dolemer û Barzanê jî gelek çek û cebilxane ji bo heman baregeha leşkerî hatiye veguhestin.

Her wiha tê gotin çeteyên DAÎŞ’ê yên li Çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, ber bi baregehên dewleta Tirk ên li Sirê û Behdînanê ve hatine şandin.

Balkêşe ku heta niha derbarê van îdiayan de rêveberiya PDK’ê ti daxuyanî ne daye.

Leave a Reply

Back to top button