HPG’ê: Li Xakûrkê û Metînayê 14 leşkerên artêşa Tirka hatin kuştin

Gerîlla bi çalakiyan salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin.
Li gorî daneyên HPG’ê, li Xakûrk û Metînayê 14 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de, encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk parve kir.

Li gorî vê;

  • Li herêma Xakûrk

6’ê Tebaxê dagirkerên li Girê Koordîne bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

Di çalakiyê de çeperek hat tinekirin û 2 leşker hatin kuştin.

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandar Egîd Gerzan hat lidarxistin.

  • Li herêma Metîna

4’ê Tebaxê li dijî hêzên artêşa Tirk ên li dora Qada Girê FM’ê rêzeçalakî pêk hatin.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

6’ê Tebaxê li heman qadê, bi rêbazên sekvanî û sabotajê, 4 leşkerên din hatin kuştin.

Li Qada Girê Cûdî, di encama lêdana gerîllayên sekvan de, leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin.

Heman rojê hêzên dagirker xwestin xwe nêzî çeperên şer bikin, lê ji ber destwerdana gerîlla, neçar man paşde biçin.

7’ê Tebaxê li Girê Amediyê gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.

Li vir jî 4 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Heman rojê danê şevê, piştî bombardimanê, leşkerên Tirk xwestin nêzî çeperên berxwedanê bibin.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla de, hewldana wan têk çûn û paşde vegeriyan.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Di navbera 6 û 7’ê Tebaxê de,

10 caran bi teqemeniyên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer û 12 caran jî bi helîkopteran, qadên berxwedanê hatin bombardimankirin.

Back to top button