Rêxistina Cîhada Îslamî kî ye?

Di êrişa vê carê ya Îsraîlê li ser Xezayê de, Rêxistina Cîhada Îslamî ya Filistînê armanca wan ya sereke bû.
Ev rêxistin kî ye?
Endamên wê kîne? û çima ewqas bûye armanca êrişên Îsraîlê jî em di vê nûçeya xwe de hîn bibin.

Careke din li ser asîmanên Xezzayê duman bilind dibe.

Di armanca vê carê ya Îsraîlê de, Rêxistina Cîhada Îslamî ya Filistînê heye.

Rêxistina Cîhada Îslamî ya Filistînê ku ji aliyê DYA û Yekîtiya Ewropayê ve weke rêxistineke terorîst tê pênasekirin.

Rêxistin, di sala 1981’an de weke tevgereke berxwedana Îslamî ya çekdar a li dijî dewleta Îsraîl hate avakirin.

Koma ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê ve hat avakirin, weke “rêxistineke xwişk” a Hamasê hat dîtin.

Ev kom ji sala 2007’an ve li Şerîda Xezzeyê desthilatdar e.

Her du rêxistin jî ji tevgera “Ixwana Mislimîn” ya li Misirê dest pê kirî derketin û piştre li erdnîgariya Ereban belav bû.

Cîhada Îslamî ku baskê wê yê leşkerî bi navê “Tûgayên Qudsê” tê naskirin, 1992’an hat avakirin.

Tê zanîn ku diheman demê de, li Şerîeya Rojava jî xwedî hêzeke xurt e.

Damezrîner û rêberê yekem yê rêxistinê nivîskar û doktor Fethî Şikakî bû.

Şikakî di sala 1995’an de li Maltayê ji aliyê servîsa îstixbarata derve ya Îsraîl Mossadê ve hat kuştin.

Cîhada Îslamî bi taybetî di navbera salên 2000 û 2005 de, berpirsyariya gelek êrîşên xwekujî yên ku Îsraîlî kirine armanc, girtibû ser xwe.

Rêxistinê di sala 1989’an da êrîşî otobusa sefera Tel Evîv-Qudsê kiribû û di êrîşê da 16 kes hatibûn kuştin.

Cîhada Îslamî ya ku bi Îsraîlê re danûstandinan red dike, bi tundî li dijî Peymana Osloyê derdikeve.

Rêxistin di wê baweriyê de ye ku peymana ku wek alîgirê Îsraîlê dibîne, zirarê dide Filistîniyan û mafên wan.

Di şerê Gulana 2021’an de jî di şerê li Îsraîl û Filistînê de, piştevaniya Hemasê kiribû.

Lê piştî dijwarbûna şer, bi aweyekî serbixwe tevger kir.

Back to top button