Bi boneya 10. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) derbarê hin mijarên civakî, xizmet, aborî û jiyanî li herêmên rêveberiya xweser ankêtek çêkir. Encamên anketê hatin eşkerker kirin û pêşniyar ji bo hin mijaran ji Rêveberiya Xweser re hatin kirin. Li gorî encamên anketê piraniya civakê ji xebat û asta Rêveberiya Xweser razî ye.
Bi boneya 10. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) derbarê hin mijarên civakî, xizmet, aborî û jiyanî li herêmên rêveberiya xweser ankêtek çêkir..
NRLS`ê, encamên ankêtê ku bi taybet di nava beşa xwendevanan de hatiye çêkirin eşkere kir..
Di beşa girêdayî sîstema Rêveberiya Xwser ji kêmkirina nakokiyên di nava pêkhateyan û olan de ku rêjîma Baas wekî siyasetek bi cih dianî, piraniya bersivan ji erênî zêdetir bûn..
Li ser pirsa derbarê aborî, debara jiyanê û xizmetguzariyê, rêjeya nirxandina nîvenîv di navbera % 35-38 de bû.
Pirsa girêdayî beşdarbûn û rola jinê di nava şoreşê û hemû sazîyên Rêveberiya Xweser de jî bersiv di aliyê nirxandina bilind de bû û rêjeya wê %88 zêdetir bû..
Di ankêtê de pêşînyar ji bo Rêveberiya Xweser hatin kirin
Di encamên anketê de hin pêşniyarên ku ji Rêveberiya Xweser û saziyên wê re hatin kirin ev in:
-Giringîyeke zêde bidin perwerdekirinê..
-Ji bo kêmkirina bandorên hin krîzên nû bixebitin; weke krîza avê ya ku hişkesaliyê bi xwe re tîne, peydakirina jêderên enerjîyê weke gaza malê, elektrîk û sotemenîyê û nehevsengîya di navbera hêza kirînê û buhayê nirxê kelûpelan de.
-Lêkolînkirina xalên lewazî û israfê li sazîyên Rêveberîya Xweser; endam, biryarên wan û projeyên wan werin lêkolînkirin û şopandin û çareseriyên guncav werin dîtin.
– Ji bo xwetêrkirinê xebatekî zêde were kirin û jêderên cuda ji bo peydakirina hin madeyan ji derve werin peydakirin..
-Têkilî di navbera berpirsên Rêvbeberîya Xweser û welatîyan de bi rêya ragihandinê xurtir bibe û her saziyek di hefteyê de rojekê ji bo guhdarkirina gilî û pêşînyarên welatiyan veqetîne..
-Pênaseyeke taybet ji bo xizanî û hejarîyê li herêmê ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî û Kar were kirin û astên wê werin destnîşankirin da ku alîkarîyên bijîşkî û hawarî ji bo malbat yan kesên pir hejar werin pêşkêşkirin.
-Mekanîzmaya peywendiyan di navbera sazîyên ewlekarî, leşkerî, xizmetguzarî û meclisên xwecihî û welatiyan de were xurtkirin da zêdetir civak alîkarîyê di şerê li dijî terorê, belavkirina kînê û gendelîyê de bike.
– Pêngavên bîrewerkirinê û semînerên taybet ji bo pêşxistina hişmendîyê werin lidarxistin da ku pêşî li ramanên radîkal, propogandaya reş û xemsarîya di kar de were girtin û bi taybet li wan gundên ku tevger û mêjiyê DAIŞ’ê hîn e serwer e..
– Zêdekirina eleqeya bi zarok û ciwanan re, bi çêkirina cihên lîstokê, çalakîyên zanistî û bêhnvedanê û hwd.