Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Divê çareseriya siyasî dawî li hemû rengên dagirkeriyê bîne

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmê tê ji bo tevahiya Sûriyê gef û xeteriye û rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ`êvedike. Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam Omer jî got: “Armanca dewleta Tirk berfirehkirina dagirkeriya xwe û têkbirina aramiya herêmê ye”

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirerk, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ji bo bi dawîanîna aloziya Sûriyê divê çareseriya siyasî pêk were û wiha hat gotin:

“Em lihevkirinên li dijî berjewendiyên Sûriyê û gelê wê qebûl nakin.

Divê çareseriya siyasî dawî li hemû rengên dagirkeriyê bîne û divê bi tu rêbazan dagirkerî neyê rewakirin.”

Di daxuyaniyê îşaret bi êrişên dawî ên li ser herêmê û hedefgirtina sivîlan û pêşengên li dijî DAIŞ’ê şer kirine hate kirin û wiha dewam kir:

“Têkildarê van êrişan, hêzên li dijî DAIŞ`ê ên hevalbendên me divê helwesta xwe zelal bikin.

Em encamên civînên li Tehran û Soçiyê û yek helwestiya dijî operasyoneke leşkerî li ser herêmê erênî dibînin.

Lê êrişên Tirkiyê yên bi balafirên bêmirov gumanên me û yên raya giştî çêdike ku Tirkiyê têkiliyên xwe yên bi dewletên garantor re bi rêbazên din bi kar tîne.

Divê ev dewlet têkildarî vê mijarê xwedî helwesteke zelal bin.”

Daîreya Têkiliyên Derve: Êrişên dewleta Tirk li ser tevahiya Sûriyê gef û xeter in

Daîreya Têkiliyên Derve di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku êrişên dewleta Tirk xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê nakin û li ser tevahiya gelê Sûriyê xeter in û wiha got:

“Ev êriş tê wateya rewakirina dagirkeriya Tirk û rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ`ê vedike.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî : Armanca dagirkeriya Tirk berfirehkirina dagirkeriyê û têkbirina aramiya herêmê ye

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam Omer jî têkildarî êrişên dagirkeirya tirk li ser herêmê axivî.

Wîsam Omer îşaret bi êrişên rojane ên li ser herêmê kir û bi taybetî jî êrişa 28`ê Tîrmeha derbasbûyî li ser rêya Eyn Îsayê ku di encamê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û got:

“Ev niyeta dagirkeriya Tirk a ji bo berfirehkirina dagirkirina xwe û têkbirina aramiya li herêmê eşkere dike.

Divê hêzên navnetewî yên li herêmê ku li dijî êrişan bêdengin erkên xwe bi cih bînin.

Back to top button