Di topbarana li ser gundê Til Ziwan yê Qamişloyê de welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro jî herêm bi dijwarî topbaran kir. Dagirkeran gundên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Zirgan, Tiltemir û Şehbayê bi çekên giran topbarankirin. Di encama êrişên îro de welatîyek birîndar bû.

Welatiyekî ku di dema topbaranê de pezê xwe diçêrand, birîndar bû.

Hêzên Asayişê, der barê êrişên îro de, daxuyaniyek da û diyar kir ku serê sibehê hêjmarek gundên li ber sînor hatine topbarankirin.

Di seatên piştî nîvro, careke din artêşa Tirk a dagirker gundên Cirnik û Til Hemdûn ên Amûdê bi çekên giran topbaran kir..

Dîsa gundê Qibûr Qeracnê yê li bakurê Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê jî bûn hedefa topên dagirkeran..

Di heman demê de derdora navçeya Til Rifet a Şehbayê jî hat topbarankirin..

Duh bi şev jî derdora Til Rifetê, gundên Şehba û Şera ya Efrînê hatin topbarankirin..

Di encama topbarana li ser herêmê de zirarên madî jî gihiştin welatiyan.

Back to top button