Dewleta Tirk a dagirker vê sibê bajarê Qamişlo û gundê Keramê, Cirnik û Xanîka yên navçeya Amûdê bi çekên giran topbaran kirin.
Şêniyên gundê Cirnikê der barê topbarana dewleta Tirk a dagirker de axivîn..
Şêniyê bi navê Hewaz Emre got: “Em ê heta dawiyê bi şervanên xwe re mil bi mil li ber xwe bidin. Banga min ji tevahî gelê me yên di gund û derveyî gund heye, her kes li ser axa xwe li ber xwe bide.
Şêniyê bi navê Cuma Emer jî got: “Bi van êrişan dixwazin tevliheviyê çêbikin û gelê herêmê bidin koçberkirin. Li şûna wan çeteyên xwe di gundên me de bi cih bikin.”
Ger îro em li gundê xwe û mala xwe dimînin, ew jî baweriya me ya bi hêza me QSD’ê re ye.”
Ekrem Hecî Şakir jî got: “Erdogan bi balafir, tank û topên xwe çiqasî êrişî me bike jî em dev ji gundê û xaka xwe bernedin.
Bi keviran mabe em ê li ber xwe bidin.”
Şêniya bi navê Edîba Etem Emer jî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker, zarokên me bi topên xwe ditirsîne.
Em ê heta dawiyê li kêleka zarokên xwe bin û di eniyên pêş de li ber xwe bidin.”