Bi hezaran şêniyên Qamişloyê şehîdên xwe oxir kirin

Dewleta Tirk a dagirker beriya niha bi du rojan bi balafireke bê mirov êrişî taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo kir. Di encama vê êrişê de 2 jê zarok 4 kes şehîd bûn.
Îro li mezarê şehîdan a Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê merasîma oxirkirina 3 şehîdan hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Qamişloyê, endam û rêveberên saziyan tevlî merasîma oxirkirinê bûn.

Back to top button