Li Reqa…Hêzên Asayîşê bazirganekî çekan gir

Hêzên Asayîşê li taxeke bajarê Reqa bazirganekî çekan girt û çekên pê re desteser kirin.MIX

Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kirin :

“Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan li taxeke bajarê Reqayê bazirganekî çekan girt.

Hêzên me bi vî kesî ku bazirganiya çekan dike û difiroşe welatiyan bigunam bûn .

Gelek delîl û belgeyên tevlêbûna wî kesî di vî karî de hatin komkirin.

Piştî komkirina delîlan endamên me bi lez bi ser mala wî de girt û çekên li jêr ku pê re bûn desteser kirin.

Di dema lêpirsînê de, li xwe mikur hat ku di berdêla pereyan de bazirganiya çekan kiriye .”

Hêzên Asayîşê dawiyê tekez kir ku hêzên me kesê sûcdar radestî Desteya Dozgeriyê ya Giştî kirin.

Da ku li gorî qanûnê , bê cezakirin.

Back to top button