
Li dijî êrişên li ser herêmê û tecrîda li ser Rêber Apo, Kongra Star li Çilaxa daxwiyaniyek da.
Kongra Star tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û banga girtina qada ezmanî ya harêmê li pêş Tirkiyê kir.
Kongra Star di daxwiyaniya xwe de siyasetên dewleta Tirk şermezar kir û got:
“Tecrîda li ser rêber Ocalan hîn berdewam e.
Tevî vê jî Rêber Ocalan di şert û mercên girtîgehê de jî ji bo mirovahiyê, bi fikrên xwe, xizmetekî mezin kir.
Hîna jî desthilatdariya Tirk rê nadin parêzer û malbata wî ku hevdîtinê pê re pêk bînin.”
Kongra Star di dewama daxwiyaniyê de balkişand li ser êrişên li dijî herêmê û ev yek anî ziman :
“Dewleta Tirk bi armanca têkbirina şoreşê û destkeftiyên wê, êrişên xwe pêk tîne .”
Kongra Star dawiyê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin .
Û qada ezmanî ya herêmê bigirin.