Taywan: Pekîn amadekariya dagirkirina giravê dike

5 roj in, artêşa Çînê li ezman û derdora Taywanê tevgera xwe ya leşkerî didomîne.
Tawyan ragihand ku Pekîn bi vê tevgerê, amadekariya êrişeke dagirkeriyê dike.

Aloziya di navbera Çîn û Taywanê de ber bi rewşeke xerab ve diçe.

Vê yekê bi serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê, Nancy Pelosî destpêkir.

Lewma Çîn a ku Taywan weke beşeke ji axa xwe dihesibîne, ev serdan weke binpêkirina serweriya xwe binav kir.

Û weke bersivdayîn jî hem li ezmanê Taywan û hem jî derdora wê, 5 roj in tevgera xwe ya leşkerî didomîne.

Wezîrê Karê Derve yê Taywanê Joseph Wu tatbîqatên leşkerî yên Çînê weke amadekariya êrişeke dagirkeriya binav kir û got;

“Niyeta asil a Pekînê, dagirkirina Taywanê ye.

Bi vê yekê hewl dide statûya giravê biguherîne.

Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Taywanê jî ragihand di roja 5’an a tetbîqatê de, artêşa Çînê 39 balafir û 13 keştiyên şer bikar anîn.

Artêşa Çînê doh eşkere kiribû ku ew ê tevgera xwe ya li derdora Taywanê bidomînin.

Back to top button