Goman heye ku belgeyên veşartî yên Koşka Spî bi xwe re birine

Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê-FBI doh bi ser mala serokê berê Donlad Trump de girt.
Gomana buroyê heye ku Trump hejmarek ji belgeyên veşartî yên Koşka Spî bi xwe re birine.
Û ji bo vê yekê li nava mala wî lêgerîn pêk hat.

Ji roja erka wî bi dawî bûye, serokê berê yê Amerîkayê Donlad Trump her di rojevê de ye.

Di serî de êrişa li dijî avahiya Kongresê, navê Trump weke berpirsyar di gelek bûyerên sosret de cih digre.

Yek ji wan jî mijara belgeyên veşartî yên Koşka Spî ye.

Bi gomana ku Trump ev belge bê destûr bi xwe re birine, derheqê wî de doz hatibû vekirin.

Û di çarçoveya vê yekê de endamên Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê-FBI doh bi ser mala wî de girtin.

Têkildarî lêgerînê, Trump daxuyaniyek da û got;

Gelek sîxûrên FBI bi ser mala min de girtin.

A hatî kirin dagirkirin e.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê jî li ser mijarê ne xwest ti daxuyaniyan bide.

Back to top button